Birîna darên zeytûnên Efrînê ji aliyê çeteyên Tirkiyê ve zêde bûye 

efrin-zayton

Rêjeya birîna darên zeytûnan û destdanîna ser mal û milkên welatiyên Efrînê bi zora çekan ji aliyê çekdarên Artêşa Niştimanî yên Tirkiye piştevaniya wan ve zêde bûye.

Rwangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, çekdarên Firqeya El-Hemzat nêzîkî 40 darên zeytûnan li nêzîkî gundê Tilifê li gundewarê Efrînê birîn.

Her wiha çekdaran 110 darên zeytûnan li gundên Bitêtê û Qîbarê yên ser bi Efrînê ve û 80 darên zeytûnan jî li gundê Gewrika yê ser bi navçeya Cindirêsê ve birîn.

Rewangehê da zanîn jî, çekdarên koma “Sultan Mihemed El-Fateh” nêzî 100 darên zeytûnan li gundê Behdîna yê navçeya Raco birîn.

Li gundê Serîncekê yê navçeya Şaran jî, çekdarên koma “Siqûr El-Şamê” nêzî 50 darên zeytûnan birîn.

Rewangehê got jî, çekdarên ser bi Tirkiyê ve bi armanca avakirina xaniyan ji malbatên çekdaran re, dest danîn ser erdekî li navçeya Raco û gefa kuştinê li xwediyê wê xwarin eger li aliyên pêwendîdar giliyê li wan bike.

Ji dema dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara 2018an de, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, ji bilî ku destê xwe danîne ser bi hezaran darên zeytûnan, bi sedhezaran darên xelkê jî hilkirine, birîne û şewitandine.

Pustên heman beş