Fedakirina zarokên Kurdan ji hêla PKKê ve dewam dike

PKK-Zarok-Kurd-Kurdistan-apo-ocalan-imrali-turkey-hpg-partiya-karkeran (1)

Weke her roj, rêxistina PKKê îro jî nasnameya refeke din a zarokên Kurdan aşkere kir ku 5 salan berê dane kuştin û ji nû ve mirina wan îfşa kir.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê duh roja yekşemî 12/3/2023 nasnameya 6 ciwanên din yên Kurdan ku hinek ji wan hêjan di temena zaroktiyê de ne aşkere kir ku li sala 2017ê li Başûrê Kurdistanê bi destê artêşa Tirk da ne kuştin û ji nû ve mirina wan îfşa kirî ye.

HPGe ku mirina van ciwanan jî weke bi hezaran rêhevalên wan bi salane li malbatên wan veşartî ye, îro hatiye di pesnê wan de dibêje me hevalên xwe wenda kirin, ew Apoyî bûn, fedayê Apo û layqî wî derketin!.

Partîya Karkeran her roj wêneyên komên zarokên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, zarokên ku di Berxwedana Saxte de tên feda kirin, piranî jê di salên rabûrî de hatine kuştin û rêxistin mirina wan îlan nake, PKKe bi awayekî wisa berê zarokên Kurdan dide mirinê ku hinekî maye navê komkujiyê lê were kirin.

Ev rêxistin zarokên Kurdan di revîne û berê wan dide mirinê û bi salan mirina wan vedşêre û piştre tê û dibêje xwîna wan layîqî Apo derket!.

Pustên heman beş