Li Mêrdînê 3 çekdarên PKKê ketin ber êrîşa eskerê Tirk

abluka operasyonu bagok

Artêşa Tirkiyê ragihand, 3 çekdarên rêxistina PKKê li sînorê Mêrdînê ketine ber êrîşên wan û canê xwe ji dest da ne, PKKê jî ti agahî derbarê vê wendahiyê neda ne.

Wezareta karên navxwe a Tirkiyê duh roja yekşemî 12/3/2023 operasyona Eren – Dorpêç li sînorê parêzgeha Mêrdînê destpê kirbû û di encamê de 3 çekdarên rêxistina PKKê ketine ber êrîşan.

Destnîşan kir, operasyon li herêma Omeryan-Bagokê ya li Nisêbînê navçeya Mêrdînê hatbû destpê kirin, wezareta navxwe dibêje di dema kontrola çol û çiyayan de di gel çekdarên PKKê de pevçûn derket û di encamê da 3 çekdar hatin kuştin.

Rêxistina PKKê derbarê êrîşê û wendakirina 3 çekdarên xwe li Mêrdînê heya niha tu agahî neda ne.

Pustên heman beş