Kurê Turgut Ozal dibe namzedê Serokomariya Tirkiyê

Kurê Turgut Ozal dibe namzedê Serokomariya Tirkiyê

Ahmet Ozal, kurê serokomarê berê yê Tirkiyê Turgut Ozal, dibe namzedê postê serokomariya Tirkiyê.

Li gorî medyaya Tirkiyê, Ahmet Ozalê kurê Serokomarê Heştemîn ê Tirkiyê Turgut Ozal, bi piştgiriya 10 partiyên siyasî dibe namzedê postê Serokomariyê.

Ahmet Ozal dê îro li Stenbolê bi civîneke rojnamevanî namzedeya xwe rabigihîne.

Ahmet Ozal kurê mezin ê Serokomarê 8emîn û Serokwezîrê 19emîn Turgut Ozal e. Ahmet Ozal sala 1953an ji dayik bûye. Di warê aborî de bawernameya masterê wergirtiye.

Ahmet Ozal di Hilbijartina Giştî ya 1999an de ji Meletiyê wek parlementerê serbixwe hat hilbijartin. Her wiha di Hilbijartinên Herêmî yên 2009’an de bû namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya Partiya Dayîkê.

Heta niha digel Recep Tayyîp Erdogan û Kemal Kiliçdaroglu, çar kesan namzedeya xwe ji bo postê Serokomariya Tirkiyeyê ragihandine.

Pustên heman beş