Hevjîna Tahîr Elçî eşkere kir ku CHPê bo berbijêriyê pêşniyar li wê kiriye

Hevjîna Tahîr Elçî eşkere kir ku CHPê bo berbijêriyê pêşniyar li wê kiriye

Hevjîna Serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî ragihand ku ji Partiya Gel a Komarî (CHP) pêşniyara berbijêriya parlamenteriyê bo wê hatiye kirin û got ku gotûbêjên li ser vê mijarê   berdewam dikin.

Turkan Elçî hevjîna Serokê Berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî ku sala 2015an dema daxuyanî dida çapemeniyê hatibû kuştin, duh Duşemê 13ê Adara 2023an di bernameyeke televîzyonî de ragihand ku CHPê pêşniyar li wê kiriye ku ew di hilbijartinên 14ê Gulanê de ji wê partiyê bibe berbijêra parlamenteriyê.

Turkan Elçî diyar kir ku gotûbêjên wê yên ligel CHPê bo mijara berbijeriya parlamenteriyê berdewam dikin.

Li ser pirsa “Hûn bi erênî li pêşniyara CHPê dinêrin?” jî Elçî got: “Ez nikarim niha li ser vê mijarê tiştekê bibêji, lê em dê di demek nêz de daxuyaniyekê bidim.”

Serokê Berê yê Baroya Amedê roja 28ê Mijdara 2015an dema ku ji bo bidawîanîna şerê xendekan ji aliyê dewleta Tirkiyê ve, li ber mînareya çarling a Amedê daxuyaniyek dida çapemeniyê di êrîşekê de hatibû kuştin. Tevî ku 8 sal bi ser kuştina Tahîr Elçî re derbasbûne hê jî dosyeya wî li dadgehênTirkiyê yekalî nebûye û herî dawî doz di 24ê Mijdara 2022an bo dema 8 mehan hatibû paşxistin.

Pustên heman beş