Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê kir

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro îro gihîşt Herêma Kurdistanê û ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro 14ê Adara 2023an bi riya Firokxaneya Hewlêrê re gihîşt Herêma Kurdistanê û ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Herwiha biryar e Serokwezîrê Iraqê ligel Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî bicive.

Li gorî agahiyan, piştî hevdîtina ligel berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistanê li Hewlêrê, Serokwezîrê Iraqê ji bo beşdarîkirina di Dîdara Zanîngeha Amerîkî ya li Silêmaniyê de, dê serdana Silêmaniyê bike.

Pustên heman beş