Grûpeke ser bi Rêveberiya Xweser ve kadroyekî Partiya El-Wehde revand û eşkence kir

Grûpeke ser bi Rêveberiya Xweser ve kadroyekî Partiya El-Wehde revand û eşkence kir

Li Kobanê grûpeke çekdar a ser bi Rêveberiya Xweser ve endamekî Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (El-Wehde) direvîn û eşkence didin. Partiya Wihde jî bang li civaka navdewletî, rêxistinên mafên mirovî û yasayî dikin ku van kiryarên hovane rawestînin.

Rêxistina Kobanê ya Partiya Wehde îro 14ê Adarê di daxuyaniyekê de ragihand, “Duhî 13ê Adarê komeke çekdar a rûpoş a girêdayî Rêveberiya Xweser rêhevalê me Entar Elî dema ku ji kargeha xwe vedigeriya mala xwe ya li gundê Dadaliyê revandin û ew birin cihekî nediyar û bi boriyên hesinî bi tundî li wî xistin, ku bû sedema şikandina lingekî wî û birîndarbûna çend parçeyên din ên laşê wî. Piştî ku rêhevalê me ji ber eşkenceyê ji hişê xwe ve çû, ew avêtin ser riya nahiya Şêxlerê Jêrîn. Piştre jî malbata wî ew birin nexweşxaneyê .”

Di daxuyaniyê de hat got: “Em wek Rêxistina Kobanê ya Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, van kiryarên tirsonek û têkderane şermezar dikin, ji ber ku xizmeta dijminên gelê Kurd dikin, gefê li ewlekarî û aramiya gelê herêmê dixwin, rûyê Rêveberiya Xweser reş dikin û dibin sedema koçberiya xelkê maye.”

Her wiha Rêxistina Kobanê ya Partiya El-Wehde bang li civaka navdewletî, rêxistinên mafên mirovî û yasayî dikin ku erkên xwe ji bo rawestandina van kiryarên hovane yên ku li dijî hemû nirxên mirovî û demokratîk in, bi cih bînin.

Pustên heman beş