Mebesta PKK ji dest nişankirina baregehên Pêşmergeyan çiye?

Baskê leşkerî yê PKK ê, HPG çeperên Pêşmergeyên devera Amêdîyê weke armanç destnîşan dike.

Dezgehê ragahandina PKK’ê ANF ya li Ewropayê weşanê dike, vîdeoyek li ser çeperên pêşmergeyan tomar kir.

Gerîla di vîdeoyê de dibêje, “Leşkerên Tirk li vir di bin ala Kurdistanê de xwe diparêzin, ji vir her roj li dijî çeperên gerîla êrîş pêk tên.” 1-1.38

Her wiha ji bo têkdana mêjîyê mirovan dibêje “em nizanin hêza li vir hêza PDK ê ye yan jî hêza artêşa Tirk e. 2,34- 2,42

Sedema ku PKK vê yekê dibêje ew e êrîşên xwe yên pêşerojê li ser hêzên Pêşmerge rewa nîşan bide û bibêje “me êrişî leşkerên tirk kir, lê pêşmerge û leşkerên tirk di heman çeperan de bûn” Tenê di vê vîdyoyê de jî mirov dikare armancên qirêj ên PKK’ê bi zelalî, bibîne.

Çiyayên Amêdiyê qada xebata rewa û yasayî a Pêşmerge ye

Di vîdeoya ku PKK belav kirî de cîbecih bûna hêzên Pêşmerge ya li ser lûtkeyên Amêdiye û Behdînan weke pêşbazî tê nişandan. Lê Pêşmerge hêza rewa ya parastina Herêma Kurdistanê ye. Hêza pêşmerge yên li her bihostekî axa başûrê Kurdistanê, li ser xaka xwe ye, girêdayî hikûmet û parlamentoya xwe ye.

Tiştekî bi navê “herêmên gerîla” nîne. Ji sala 2019 an û vir ve ji sedî 90 ji herêmên ku PKK’ê weke “Herêmên Parastinê Medya” ragihandibûn radestî artêşa Tirk hatiye kirin. Tewana herî mezin ew e ku PKK’ê artêşa tirk 45 km kişandîye nava axa başûrê Kurdistanê.

Pêşmergeyên girên Amêdîyê ji hemû metirsîyan me diparêzin zarokên Berwarî, Rêkanî, Nêrweyî, Nihêlî, Zêbarî ango hemû canemergên vê deverê ne. Hemû xelkê deverê nav û nîşanên Pêşmergeyên li ser van giran dizanin. Gelê devera Amêdî-Nihêlî baş dizane ku li van giran de yek leşkerekî Tirk jî di çeperên Pêşmergê Kurdistanê de nîne.

PKK’e bi xwe jî pir baş dizane ku li ser girên ku behsa wan dike tenê hêza Pêşmerge heye.

Gelo PKK’e çima vê derewê dike?

PKK ê di sala 2020’an de li devera Amêdiyê êrişî Hêzên Pêşmerge kir û di encamê de 7 Pêşmerge şehîd bûn û nêzîkî 10 Pêşmerge jî birîndar bûn. Wê demê jî serî li vê derewê da û got ev êriş me pêk neaniye.

Di tevahiya sala 2022 an de mijara çapemeniya PKK ê “pêşmerge rê li ber artêşa Tirk vedike” bû. Lê belê Pêşmerge tenê rê bû çeperên xwe vedikir.

PKK’e naxwaze ew deverên ku radestî artêşa Tirk kirine bên zanîn, ew dixwaze ji bo binkeftina xwe ya di şer de, Pêşmerge tewanbar bike. Baca têkçûna xwe ji bo Pêşmerge bibire.

HPG ê piştî erdheja 6 ê Sibatê ya Mereşê çêbûyî, li dijî artêşa Tirk agirbest îlan kir. Jixwe ti şerek jî nebû. Dewleta Tirk bêbergirî her cihekî girîng ê stratejîk ji bo xwe girtibû. PKK girseya xwe bi mirin, bi xwîn û şer motîve dike, her tim dijminên xeyalî çêdike û dixwaze navmala Kurdan têkbide.

PKK’e dixwaze bi Pêşmerge, ne şerkerîya xwe ya li dijî artêşa Tirk îzah bike

PKK’e di vîdyoya ku belav kirî de dipirse, “Çima leşkerê Tirk dikare li girê Hekkarî bimîne?” Dûre jî dibêje “Ev der girê Hekkarî ye, Rojavayê Zapê dewleta Tirk tenê li vir heye, ev der cihê leşkerên kolonyalîstên Tirk e, li pêşiya wan ala Başûrê Kurdistanê ye, hêzên PDK’ê xwe ji wan re kirîye mertal û pêşî li êrîşên me digirin.”

Ev gotin hemû derew in. Artêşa Tirk ji sînorê Zaxo heta sêkûça çiyayên Zagrosê yên li ser xeta Şemzînanê li her derê ye. PKK’ê yek bi yek ev cihene radestî Tirkan kirin û derketin. Niha jî mîna ku ger ew êrişî girê Hekkarî bikin wê Kurdistan rizgar bibe pênase dikin. PKK’ê bi xwe di nava şevekê de girê Hekkarî radestî tirkan kir û ladan bo girê Bahar pişta gundê Berçî û Gûherzê.

Eger PKK bixwaze artêşa Tirk ji Başûr derxîne, dikare here û ji Evdal Kovî, Lêlkan, Çiyayê Şekîf û devera Berdadost dest pê bike. Yan jî dikare here ji Çîyayê Xantûr û Mêrge Şîşê li Heftanînê dest pê bike. Yan dikare here ji Zinara Kêste li Berwarî Bala, yan jî ji Kure Jarî li pişt Şêladizê dest pê bike. Heke pir dixwaze êrişî girê Hekkarî jî bike sê alîyên wî girî vala ne dê fermo, Kesê destê we negirtî ye. Lê mebesta PKK ê ne çûna aş e mebesta PKK’ê qûtana aşvanî ye.

PKK’e li tu derê êrîşî dewleta Tirk nake. Îca bibêjin ji ber Pêşmerge em nikarin êrîş bikin, bêexlaqîyeke mezin e. Pêşmerge ji bo ku PKK’e şer nekêşe navenda bajarê Amêdiyê, ji bo parastina deverên geştûseyrana weke parka Berê Sîlê û Sûlavê seyrangehên Şêrane û ji bo parastina hemû xelkê deverê û rêkên hatinûçûnê ev lûtkeyên deverê girtin e.  Her wiha ji bajarê Amêdiyê ji Başûr ve çi rêkên wesayîtan naçin serê girê Hekkarî. Tenê rêkek ji başûrê wî girî re derbasî gundê Kurkû-Binavî dibe heye, PKK’ê di sala 2011 an ev rêk ji xwere sererast kirî ye.

Çend ravekirinên pir sanahî jî nîşan didin ku; PKK tevgereke ku ji derew kirinê şerm û fedî nake. Rêvebirên wê yên paya bilind jî, tiştên ku her kes dizane derewe, bêyî ku sorpilî bibin dibêjin. Axaftina ku tê de dibêje Pêşmerge li Amêdiyê artêşa Tirkiyê diparêze, yêk ji derewên PKK’ê yên bi zengil e. Lê her derewekê dîrokek dawîbûnê heye. Çawa ku dema bi dawîhatina PKK’ê nêzîk dibe, dîroka dawîhatina van derewan jî nêzîk bûye.

Pustên heman beş