Parêzerê malbata Jîna Emînî bi dijayetîkirina Nîzamê hat tohmetbar kirin

Jina-Emini-parezer-salih-nikbext

Salih Nîkbext parêzerê malbata Jîna Emînî bi tohmeta “piropagandakirina li dijî rejîmê” bo şaxa duyem ya dadgeha lêkolîna şoreşê ya Tehranê hate gazîkirin.

Li gor rapora tora mafên mirovan ya Kurdistanê, parêzerê naskirî ku pêştir nûneratiya hejmarek ji çalakên siyasî û sivîl ji wan girtiyên siyasî yên Kurd kiriye, bo dadgeha şoreşa rejîma Îranê li Tehranê hat gazîkirin û bi tawana “piropagandakirna li dijî rejîmê” hate tawanbar kirin.

Tora mafên mirovan ya Kurdistanê eşkere kir, Salih Nîkbext bi kefalet hat berdan û li benda dadgehkirina xwe ye.

Çavkaniyekê ji tora mafê mirovan ya Kurdistanê re ragihand, ku Nîkbext bi tawana axaftina bi medyayên biyanî re hatiye dadgeh kirin.

Pêştir pizîşkê dadwerî sedema mirina Emînî bi nexweşiyeke wê ya berê ve girêdabû, lê Salih Nîkbext ragehandbû ku, Emînî piştî du demjmêran ji desteserkirina wê bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin û ku ji sedî 95ê nîşanên jiyanê lê nemabûn.

Pustên heman beş