“Helîkoptera ku li Duhokê ketî, Hevpeymaniya navdewletî ji bo şerê DAIŞê radestî YNK’ê kiriye”

"Helîkoptera ku li Duhokê ketî, Hevpeymaniya navdewletî ji bo şerê DAIŞê radestî YNK’ê kiriye"

Ajansa nûçeyan a Tirkiyê ragihand, Helîkoptera ku şeva borî li Duhokê ketbû xwarê û di encamê de çend çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hatin kuştin, ji bo şerê DAIŞê radestî Yekîtiya Niştmanîya Kurdistanê (YNK) hatiye kirin.

Li gorî nûçeya Haber Turkê, Helîkoptera ku şeva borî li parêzgeha Duhokêya Herêma Kurdistanê ketiye xarê, ji aliyê hevpeymaniya navdewletî ve di çarçoveya alîkariyên hevpeymaniya navdewletî ji boy şerê li dijî DAIŞê bi Yekîtiya Niştmanîya Kurdistanê hatiye dayîn.

Îro roja pêncişemî 16/3/2023an danê sibê,  dije Terora Kurdistanê di daxuyanîyekî de ragihand, “şeva derbas bûyî 15 Adara 2023an, saet 20:40, Helîkopterek li nêzîkî gundê Bêrkiyat ê navçeya Çemankê ya parêzgeha Duhokê ket xwarê, û tev kesên tê de canê xwe ji dest dan.” ev jî eşkere kir ku: “aliyên têkildar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêwendî bi hikûmeta Îraqê, Hevpeymaniya Navdewletî û tirkiyê kiriye û ew ji ketina vê Helîkopterê haydar kirine, lê belê di bersivê de wan ragihand ku Helîkopter ya wan nîne. Hêzên ewlehiyê dest bi lêkolînê kirin û di lêkolînên destpêkê de derket holê ku Helîkopter ji cureya Eurocopter AS350 bûye û hin ji kesên bi sedema ketine xwara vê f Helîkopterê canê xwe ji dest dane çekdarên PKK’ê bûne, lekolîn di vê derbarê de wê berdewam bike heya ku agahiyên temam derbara Helîkopterê werin dest xistin ka ser bi çi aliyekî ye.”

Ev di demekî de ye ku YNKê heta niha derbarê bûyerê de ti daxuyanî nedaye.

Pustên heman beş