Ji bo 5 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana bihêz

Ji bo 5 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana bihêz

Ji bo bajarên Mêrdîn, Şirnex, Colemêrg, Êlih û Sêrtê yên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana bihêz hat dayîn.

Rêveberiya Giştî ya Keşnasiya Tirkiyê ragihand, sibe ji destpêka demjimêrên rojê ve, li bajarên Mêrdîn, Şirnex, Colemêrg, Êlih û Sêrtê baraneke bihêz dê bibare.

Li gor pêşbîniyan, li deverên ku bilindahiya wan 1800 metre zêdetir e, tevî baranê berf jî dê bibare.

Tevî barana bihêz, li hember lehî, brûsk, zîpik û astengiyên veguhestinê, hişyariya baldarbûnê hat dayîn.

Pustên heman beş