Li Bakur û Tirkiyê îro Newroz bêyî govend û şahiyê tê pîrozkirin 

Li Bakur û Tirkiyê îro Newroz bêyî govend û şahiyê tê pîrozkirin 

Îro li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê cejna Newrozê bi çend çalakiyan tê pîrozkirin. Îsal ji ber erdheja rû daye, Nerwoz dê bêyî govend û şahî were pîrozkirin.

HDPê pêştir ragihandibû, di çarçoveya çalakiyên wan ên Newroz de, îro li bajarên Stenbol, Izmîr, Koçaelî, Mûgla, Denîzlî, Antalya, Enqere, Bûrsa, Takîrdag, Aydin û Mêrsîn yên Tirkiyê û her wiha li Wan, Êlih, Tetwan, Qoser, Gever, Dêrsim, Çewlig, Mûş, Îdir, Sêrt û bajarên din ên Bakurê Kurdistanê agirê Newrozê tê vêxistin û Newroz tê pîrozkirin.

Newroza îsal a li Stenbolê bi banga HDP ve li qada Yenîkapiyê 19ê Adarê bi dirûşmeya “Her Der Newroz, Her Dem Azadî” dê bê pîrozkirin. Ji salên cudatir Newroza îsal ji ber erdheja rû daye bêyî govend û bêyî stranên kêfê dê bi awayeke xemginî were pêşwazîkirin.

Di Newrozê de bi nêzîkbûna hilbijartina Serokkomarî û parlamenterî ya li Tirkiyê ku 14ê Gulanê dê pêk were, li ser hilbijartin û hin mijarên siyasî bi taybet bo çareserkirin pirsgirêka Kurd hin peyam ji hêla HDP ve dê bên belavkirin.

Tê çaverêkirin, Newroz û mîtînga herî mezin dê roja 21’ê Adarêli Diyarbekirê bê lidarxistin.

Pustên heman beş