Newroz roja azadiya Kurdistanêye, ji hemû partî û kesan mezintire

Newroz roja azadiya Kurdistanêye, ji hemû partî û kesan mezintire

Cejna Newrozê pîroz be. Newroz cejna gelê Kurda ji bo azadiyêye. Berxwedana bi hezaran salan temsîl dike. Tu li kîjan parçeyê Kurdistanê binerî, tuyê bi çîroka bi sed hezaran kesên ku di meha Adarê de ji bo welatê xwe canê xwe feda kirine re rû bi rû bibî. Ev bi hezaran salin wisaye. Heta sed sal berê jî di serhildana Şêx Seîd de li gund û çiyayan gel şer kir û şehîd ket. Hezar û çend sed sale Newroz şoreşa Kurdistanêye. Hîn jî berdewam dike.

Ji bo mînak, şoreşa Başûrê Kurdistanê jî şoreşa Newrozêye. Komkujiya Helebçe di meha Adarê de pêk hat. Êşeke mezn bû. Lê tevî vê yekê jî, pêvajoya ku Başûrê Kurdistanê ber bi Statoyekî ve birî, di Newrozê de dest pê kir. Kurdan di meha Adarê de raperîna mezin pêk anî. Hem roja wefat û hem jî rojbûna Mela Mistefayê nemir bi Newrozê re hevdem e.

Rojava di 12’ê Adarê de rastî komkujiyeke mezin hat, lê dîsa serî hilda. Agirê Newrozêyê ku Nûrî Dêrsimî li Rojava pêxsit qet nevemirî.

Rojhilat hîn jî bi pêvajoyeke şoreşgerîya ku bi dijwarî didome re rû bi rûye. Di her Adar û her Newrozê de Welatparêziya gelê rojhilat me hemûyan serbilind dike.

Bakurê Kurdistanê her tim bi Newrozê rabûye ser piyan. Hê di sala 1925’an de rêxistna azadî biryar da ku di Newrozê de dest bi têkoşîna xwe bike.

Yanî hişmendiya Newrozê ji bo kurdan ne hişmendyeke nûye.

Bi minasebeta Newrozê saziya leşkerîya PKK’ê HPG’ê peyama Newrozê weşand. Di peyamê de hat gotin, “Newroza 51’mîn a Rêbertiyê pîroz be.” dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Meşa rêber Apo meşa Newrozêye û PKK’eya ku wî damezrandiye jî partîya Newrozêye.”

Li aliyê din HDP’ê Newroz weke “Newroza gelan” îlan kir. Yanî Newroza kurdan li kuye?

Newroz navê têkoşîna hebûna Kurdan a hezar salîye, cejne. Rabûne ser piyan û Newroza Kurdan a hezar salî bi diyarî pêşkêşî kes, gel û rêberekî bikin bêexlaqîkirina bi Newrozêye.

Hembêzkirina newrozêya PKK û HDP’ê tenê bû sedema zuhakirina wê ji cewherê wê. Siyaseta apoyîst ku di rewşa normal de pêdvî bû gel bi rê ve bibe û Kurdistanîtir bike, kurd ji Kurdbûnê dûr xistin. Evdila Ocalan kurd ji nirxên wan yên dîrokî dûr xistin.

PKK’ê û rêberê wê di salên 1990’î de dirûşmên “Bijî Kurdistan, Bimre Koledar” bi dirûşma “Tirkkirin” guhertin. Silogana Bijî Kurd û Kurdistan ji bû “Bijî Serok apo” guhert. Belê, bakur bi polîtîkayeke wihaya bêwate û dûrketina ji cewhera xwe re rû bi rû ye.

Divê PKK’e û apoçiyên nezan vê yekê fêm bikin û bizanibin, Newroz bi xwe Kurdistan e. Kurdistan ji wan û me hemûyan mezintire. Çawa ku Kawa di Nevrozê de li serê Dehak xist, wê roj were, bi heman ruhî jî wê gelê kurd li serê wan kesan bixe yên ku dixwazin bêexlaqiyan bi Newroz û Kurdistanê bikin û vê cejna kurdan pêşkêşî gelên din bikin.

Em ji vê bawer dikin. Ji ber vê yekê, yên ku cejna Kurdan a Newrozê dikin Tirkî û bi zimanê Tirkî dinivîsin Nevrozun û yên ku dixwazin Newrozê vala derxin û dikin qurbana partiya xwe, li ber çavên me bê nirx û bêy buha ne û ew bi xwe vala û bê wate ne.

Erê Newroz kevneşopiyeke rojhilata navîne, lê beriya her tiştî ya kurdane, neya kes û partîyan e. Ji ber vê em dibêjin Newroz li gelê kurd û gelê Kurdistanê pîroz be.

Pustên heman beş