PKKê nasnameya 5 çekdarên li 2018 hatine kuştin, aşkere kir

pkk-2018-garila-info

Partiya Karkeran îro nasnameya 5 çekdarên xwe aşkere kir ku 5 sala berê hatine kuştin û ji nû ve mirina wan ragihand.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja şemî 25/3/2023 nasnameya 5 çekdarên xwe eşkere ku li sala 2018 li Başûrê Kurdistanê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û paş derbasbûna 5 salan ji nû ve mirina wan îfşa kir.

Navên wan wisaye:

Servet Oyar ji Şirnexê.

Adem Tekîn ji Colemêrgê.

Abdulmenav Şengul ji Erziromê.

Lokman Ersû ji Rihayê.

Cîhan Kaplan ji Bedlîsê.

HPGê mirina van ciwanan weke bi hezaran rêhevalên wan bi salane li malbatên wan veşart, îro jî hatiye di pesnê wan de dibêje me hevalên xwe yên Apoyî wenda kirin!.

Partîya karkeran her roj wêne û nasnameyên komên ciwanên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, ciwanên ku di salên berê hatine kuştin û hêjan mirina wan nehatiye îfşa kirin.

Pustên heman beş