ENKSe tawana Cindirêsê şermezar dike û daxwaza derxistina çekdaran ji gund û bajaran dike

Cindires-ENKS

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ji bo şermezarkirina şehîdkirina 4 welatiyên Kurd li Cindirêsê ji aliyê grûpên çekdar ve xwepêşandanek li pêş baregeha Netewên Yekgirtî li Hewlêrê birêk xist.

Şeva 20ê Adarê li bajarokê Cindirêsê yê ser bi herêma Efrînê ve, hejmarek ji grûpa Ceyş El-Şerqiye ji ber vêxistina agirê Newrozê, gulle li malbateke Kurd reşandin û di encamê de 4 kes şehîd bûn û 2 kes jî birîndar bûn. Vê tawana hovane jî karvedanên tund û nerazîbûn li ser asta navxweya û derve li piştî xwe anîn.

Di vê çarçoveyê de, Nûnertiya ENKSê ji bo piştevaniya ji bo şermezarkirina şehîdkirina 4 welatiyên Kurd li Cindirêsê di şeva Newrozê de ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê û ji bo piştevaniya xelkê Cindirêsê xwepêşandanek li pêş baregeha NY li Hewlêrê li dar xist û nameyek xwend û çapek jê radestî baregeha Netewên Yekgirtî li Hewlêrê kir.

ENKSê di nameya xwe de daxwaz kir:

– Tawanbarên ji grûpa “Ceyş El-Şerqiye” li dadgeheke herêmî yan navdewletî bên darizandin.

– Hemû grûpên çekdar ji gund û bajaran bên derxistin û nabe çekdar bi çekên xwe derbasî wan bibin.

– Hemû mal û milkên desteserkirî ji bo xwediyên wan ên resen bên vegerandin.

– Hemû girtî bo dadgehên sivîl yên dadwerane bêne veguhastin.

– Birîna darên zeytûnan û dizî û talankirina şûnwaran bên rawestandin, dest ji têkdana jîngeh, çand û dîroka Efrînê bê berdan.

– Rêveberiya Efrîn û gundên wê bo encûmenên xwecihî û xelkê herêmê yê resen bê radestkirin.

– Asankirina vegera xelkê Kurd ên derbider bo malên xwe û vegera koçberan bo cihên xwe.

– Aktîvkirina encûmenên xwecihî û dayîna hêzên rasteqîne.

– Erkê Polîsa Sivîl e bajar û bajarokan biparêzin, erkê Polîsê Leşkerî ye ku çavdêriya ketina leşkeran û rêgirtina li ketina çekan bo nava bajarokan e.

– Aşkerekirina çarenivîsa bi hezaran girtiyên Kurd ên bi awayekî neyasayî di girtîgehên grûpên çekdaran de ne û dimildest bêne berdan.

Pustên heman beş