Almanya amadekarî dike dîplomatên Rûs ji welat dersînor bike

Almanya amadekarî dike dîplomatên Rûs ji welat dersînor bike

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Wezareta Karên Derve ya Almanyayê xwe amade dike ku zêdetirî 30 dîplomatên Rusyayê dersînor bike.

Li gorî agahiyên ku di Kovara Almanî Focusê de hatin ragihandin, Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê plansaziyê dike ku zêdetirî 30 dîplomatên Rus ên li Berlînê kar dikin dersînor bike.

Di nûçeya hat ragihandin de hat diyarkirin ku li gorî agahiyên hêzên ewlehiyê, dîplomatên Rus ên ku dihat plankirin bên dersînorkirin, bi lêgerîn û razîkirina sîxurên di warên siyasî, karsazî, zanistî û leşkerî de hatine sûcdarkirin ku ji bo Rusyayê bixebitin da ku di siberojê de operasyonên sabotaj û dezenformasyonê, bi sûdwergirtina ji parêzbendiya wan pêk bînin.

Rusyayê bersiv da

Çavkaniyek ji Wezareta Karên Derve ya Rusyayê, di derbarê mijarê de ji Sputnikê re axivî û got, “Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock, tiryaka sîxuriyê heye. Bersiva me ya tund li hember van gavên nebaş ên Berlînê amade ye.”

Pustên heman beş