Îro deriyê tomarkirina îmzeyan bo namzedên Serokomriya Tirkiyê tê girtin

Îro deriyê tomarkirina îmzeyan bo namzedên Serokomriya Tirkiyê tê girtin

Îro dema tomarkirina îmzeyan bo namzedên Serokomriya Tirkiyê bi dawî dibe û heta niha tenê du namzedan karîne 100 hezar îmze bidest bixin.

Li Tirkiyê kesên ku ne namzedên partiyekê ku di hilbijartina borî de ji sedî 5 deng wergirtine an jî li parlamentoyê firaksiyona wan heye, da ku bibin namzedê Serokomariyê, pêwîstiya wan bi sed hezar îmzeyan heye.

Îro ji bo tomarkirina îmzeyan, roja dawî ye û 11 kesên ku daxwaza namzedeyê kiribûn heta niha Serokê Partiya Memleketê Muharrem Înce 111 hezar û namzedê Hevpeymaniya Atayê Sînan Ogan 107 hezar deng wergirtine û mafê namzediyê ji bo postê Serokomariyê bidest xistine.

Ji bo hilbijartinên 14ê Gulanê, heta niha 4 namzedên serokomariyê hatin diyarkirin. Namzedê Tifaqa Cumhur Recep Tayyîp Erdogan e, HUDA PARê jî piştgiriya xwe jê re aşkere kiriye. 

Namzedê duyemîn jî namzedê opozîsyonê û Maseya Şeşalî Kemal Kiliçdaroglu ye. Her çend e HDPê heta niha namzedê xwe destnîşan nekiriye û piştevaniya namzedekî diyarkirî nekiriye û ji ber egera girtina wê partiyê dê bi navê Partiya Çep a Kesk beşdarî hilbijartinan bibe, lê li gor çavdêran, eger heye HDP deng bide Kiliçdaroglu.

Pustên heman beş