PKKê biryara rawestandina Şerê Saxte heta piştî hilbijartinan dirêj kir

bese-hozat-darkamazi-pkk

PKKê dema biryara xwe ya rawestandina çalakiyan ango “şerê xwe yê saxte li gel Tirkiyê” ku piştî erdhejên 6ê Sibatê ragihandibû, heta hilbijartinên 14 gulanê dirêj kir.

Hevseroka Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Besê Hozat ji televîzyona partiya xwe re axivî û got: “Pêvajoya hilbijartinê gelek girîng e û me jî xwest di demeke wiha de hizreka nû li ser biryara xwe ya rawestandina çalakiyan bikin. Ev hilbijartin ji bo gelê me, ji bo gelên Tirkiyê girîng e û rastiyeke diyar heye ku hilbijartineke dîrokî ye. Lewma me jî qedir da vê girîngiyê û biryar da ku dirêjî bidin biryara xwe ya bêçalakiyê.”

Besê Hozat amaje bi wê kir, ew ê piştî hilbijartinan nirxandineke nû li ser li ser rewşê û biryara xwe bikin.

Hevseroka KCKê destnîşan kir jî, ji dema wergirtina biryara rawestandina çalakiyan û vir ve artêşa Tirkiyê êrîşên xwe zêde kiriye û çekên kîmyewî û çekên qedexekirî bi kar tîne. Li hemberî van êrîşan, dê bersiva wan hebe, lê belê di vê pêvajoya hilbijartinê de divê yekîneyên wan ên leşkerî bi ti awayî çalakiyan nekin.

Pustên heman beş