Li Wêranşarê muxtarê gund hat kuştin

Li Wêranşarê muxtarê gund hat kuştin

Li Wêranşarê muxtarê gund hat kuştin Li navçeya Wêranşarê ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di êrişeke bi çekan de muxtarek hat kuştin.

Li gor agahiyan li Taxa Yenîşehîr a Wêranşarê kesên ku nasnameya wan eşkere nebûye li ber deriyê malê gule li muxtarê gundê Sambar Behçet Şenbayram reşandine.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatine şandin.

Şenbayram bo Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê hate veguhestin, lê tevî hemû hewldanên pizîşkî, muxtar Behçet Şenbayram canê xwe ji dest daye.

Tê gotin ku heta niha kesên Behçet Şenbayram kuştine nehatine desteserkirin.

 

Pustên heman beş