Tê xwestin Akrê bibe paytexta Newrozê

Tê xwestin Akrê bibe paytexta Newrozê

Parêzgarê Duhokê daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku Akrê bibe Paytexta Newrozê.

Ragihandina Parêzgeha Duhokê îro 28ê Adara 2023an belav kir, Parêzgarê Duhokê Elî Tatar îro bi nivîseke fermi daxwaz ji ji Encûmena Wezîran kir ku Akrê bibe Paytexta Newrozê.

Sedema daxwaza Parêzgarê Duhokê, ji ber kultura ciwan a Akrê di cejna Newrozê de, ahengên cuda yên wî bajarî ji bajarên din û hejmareke mezin ya geştyarên navxweyî û biyanî yên ku ji bo beşdariya di merasîmên Newrozê de serdana wî bajarî dikin e.

Ev yek di demekê de ye, Şaredarê Akrê Bilind Reza Zêbarî roja 21ê Adarê ji rojnamevanan re ragihand, îsal zêdetir ji 100 hezar kesî beşdarî merasîma vêxistina agirê Newrozê li Akrê bûn û nêzîkî 500 mêvanên biyan jî ji bo beşdariya di merasimê de serdana wî bajarî kirin.

Bajarê Akrê dikeve başûrê rojhilatê parêzgeha Duhokê. Di navbera sê çiyayan de ye û malên xwe li ser hev hatine avakirine, vê yekê jî dîmeneke xweşik û balkêş daye bajêr.

Akrê di sala 1877an de bûye navenda qezayê. Ev bajar jî heta serhildana Adara 1991ê ser bi parêzgeha Neynewayê bû, piştre bi fermî bû beşek ji parêzgeha Duhokê û Herêma Kurdistanê.

Pustên heman beş