HSDê zarokek ji Munbicê revand

HSDê zarokek ji Munbicê revand

Hêzên Sûriya Demoqratîk HSD zarokeke kurd li bajarê Munbicê revand.

Li gorî Tora Rawengeha Sûriyê ya mafê mirovan daye zanîn ku Ciwanên Şoreger yên bi ser Hêzên Sûriya Demoqratîk HSD ve zaroka kurd Cîhan Şêx Sof revand.

Heman jêderê tekez kir ku zarok 13 salî ye ji 26ê Adara 2023yan ve hatiye revandin ta niha tu agahî li ser tune ne.

Jêderê ameje pê kir ku revandina zarokan ji aliyê HSDê li deverên di bin destê wê de berdewam e.

Pustên heman beş