PKK’ê ragihand ku rêveberekî wê yê dêrîn jîyana xwe ji dest daye

PKK’ê ragihand ku rêveberekî wê yê dêrîn jîyana xwe ji dest daye

PKK ê daxuyaniyek da û diyar kir ku Fazil Giteyî ku berê di xebata HPG ê de cih girtiye jiyana xwe ji dest daye.

Fazil Giteyî kî ye?

Ehmet Şeker bi nasnav Fazil Botan(Giteyî), di sala 1968 an de li gundê Gite yê ser bi Silopî-Şirnex ji dayik bûye. Di nava PKK’ê de bi navê Fazil Giteyî tê nasyare.

Fazil Botan ku di sala 1988an de tevlî PKK ê bi bû, heta salên 2000 î li herêma Botanê xebat kir. Fazil Botan tê zanîn ku di nav PKK’ê de kesekî herî nêzîkî Mirat Qarayilan e. piştî sala 2000 ê li gelek deverên Başûrê Kurdistanê maye. Fazil Botan di sala 2014 an de li Rojava tê erkdar kirin. Li vir di pîrozbahîyek biharê ya ku ji aliyê PKK’ê ve tê organîzekirin de qeza diqewime. Di pîrozbahîyê de hunermendên PKK’ê yên li Ewropayê jî lê amade ne, bombeyek diteqe. Her çendî tê gotin ku bombe bi qeza teqîya ye jî, lê hê jî rastiya vê qezayê nayê zanîn. Fazil Botan ji di vê teqînê de bi giranî birîndar dibe. wî bi helîkoptereke taybet a wê demê ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatibû dabînkirin, rewaneyî Hewlêrê dikin. Li nexweşxaneyeke taybet dimîne.

Dûv re, ew bi balafirek taybet a ku ji hêla Artêşa Frensî ve hatî temînkirin rêkirin nexweşxaneyek li Parîsê. Ji ber birîna wî ya xedar li vir, ji aliyê tibbî ve tiştek erênî nikarin bikin, bi salan e ew bi cîhazê ve girêdayî ye.

Bi pesendkirina PKK’ê di sala 2022 an de cîhaz tê girtin.

 Fazil Giteyî beriya salekê jiyana xwe ji dest daye, lê di daxuyaniya PKK’ê ya ku salek şûnde hat ravekirin de, sedemê direnk îlan kirinê wî cih negirt.

Pustên heman beş