Forbes: Eger ji Kurdistanê re sîstemeke dije-mûşekî hebe jî, li ser ti alî nabe metirsî

AH-6-kurdistan-peshmarga

Kovara Forbes a belav kir, hêza asmanî ya Pêşmergeyên Kurdistanê nîne, tevî ku Herêma Kurdistanê hevpeymana Amerîkayê ye û rûbirûyê kêşe û gefên cuda yên ewlehiyê dibe.

Kovara Forbes a Amerîkî di raporekê da zanîn, bi dabînkirina çend sîstemên C-RAM ji Herêma Kurdistanê re, dê di karîna Hewlêrê de be ku rûbirûyî êrişên dronan û mûşekî bibe.

Di raporê de hatiye gotin, ji bilî sîstema C-RAM, dayîna tankên li dijî firokeyên otomatîk ên Almanî yên Gepard bo Hewlêrê, dê bandoreke wê ya mezin ji bo rûbirûbûna dronan hebe, di salên dawî de li dijî Herêma Kurdistanê hatine bikaranîn.

Tankên otomatîkî yên Almanî Gepard, di şerê Ukraynayê de ji bo xistina dronên Îranê hatin bikaranîn.

Forbes dibêje, bi dayîna sîstemên dije-mûşekî bo Herêma Kurdistanê re, eger çend helîkopterên AH-6 bên dayîn, dê piştevaniya asmanî ya Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê û hêzên mîna wê de bikin.

AH-6 helîkoptereke şerker a asta destpêkê ye û bihayê her yek ji wê bi qasî 2 mîlyon dolar e.

Li gorî Forbes, eger helîkopterên şer ên pêşketî û çend sîstemên berevaniya asmanî ji Herêma Kurdistanê re hebin, li ser aliyekî nabe metirsî. Lê belê wê bandoreke mezin li başkirina karînên hêzên Pêşmerge ji bo parastina navxweyên xwe bike.

Çavkanî: K24

Pustên heman beş