Ji bo 56 bajarên Tirkiye û Bakur hişyariya barana bihêz

Ji bo 56 bajarên Tirkiye û Bakur hişyariya barana bihêz

Rêveberiya Keşûhewayê ya Tirkiyê ji bo 56 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baraneke bihêz da.

Tevî ku dawiya meha Adarê ye, keşûheweyake zivistanî li navçeyê heye û pêleke berfê li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê girtiye.

Rêveberiya Keşûhewayê ji bo 56 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baraneke bihêz dide.

Tê çaverêkirin ku li bajarên Şirnexê û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê berfeke zêde bibare. Herwiha îro ji danê sibê ve li bajarên wekî Stenbol û Enqere piraniya bajarên Tirkiyeyê berf dibare.

Pustên heman beş