Li navçeya Yeşîlyurt ya ser bi parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 4 rûda.
Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, li navçeya Yeşîlyurt ya ser bi parêzgeha Meletiyê, bi hêza 4 pile erdhej qewimî.
AFADê herwiha diyar kir ku erdhej di demjimêr 16:58 xulekan de û 7.01 kîlometre di bin erdê de rûdaye.
Sibeha roja 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix û Elbîstanê yên parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn û di encamê de li gor amarên fermî zêdetirî 50 hezar kesan canê xwe ji dest dan.