Li Erzincanê otobêsa rêwiyan welgeriya, 2 kes mirin, 21 kes birîndar bûn

erzingan-kurdistan-qeza

Li sînorê parêzgeha Erzincanê ya Bakurê Kurdistanê, otobêsa rêwiyan welgeriya û li gor tesbîtê 2 kes mirin, 21 kes birîndar bûn.

Ji ber ku di rêya Erzincan-Sîvasê da berf barî, bager rabû û cemed çêbû, otobêsa ku Fatîh O. diajot, plaqeya wê 61 S 1236 e û ya fîrmaya Turayê ye, li texma Qizildaxê welgeriya.

Di qezayê da li gor tesbîtên ewil 2 kes mirin, 21 kes birîndar bûn.

Li ser êxbarê, gelek ekîbên tenduristî, îtfaiye, AFAD, polês û cendirmeyan sewqî cihê qezayê kirin.

Birîndar piştî midaxaleya li cihê bûyerê bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên Refahiye û Erzincanê.

Pustên heman beş