Daxuyaniya rêveberiya Rojava bêbextî kirine li xelkê Duhok û Hewlêrê

Daxuyaniya rêveberiya Rojava bêbextî kirine li xelkê Duhok û Hewlêrê

Duh li ser navê Rêveberiya Xweser a Rojava daxuyaniyek di çapemeniya nêzî PKK’ê de cihgirt. Nûçeya ku bi ser navê “Sipas ji Rêveberiya Xweser a Rojava ji bo gelê Silêmaniyê” hat weşandin. Ev sipasname li ser alîkariyên ji bo mexdûrên erdhejê hat kirin bû.

Rêveberiya Rojava di daxuyaniya xwe de wiha got: “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo alîkariya  mexdûrên erdhejê spasiyên xwe arasteyî gelê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê dike. Ev yek erka berpirsyariya gelê me yê Silêmaniyê nîşan dide.”

Piştî her du erdhejên 6ê Sibatê yên li Mereşê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dezgeha xêrxwazî ya Barzanî yekem tîmên alîkariyê bûn ku gihiştina rojava-Efrîn û Bakurê Kurdistanê. Roja piştî erdhejê li hemû bajarên başûrê Kurdistanê ji aliyê rêveberiyên bajarî ve xalên alîkariyê hatin danan.

Li her bajarekî weke Duhok, Hewlêr, Helebce û Germiyan alîkarî hatin komkirin. Gel weke rûbarekê herikîn binke û konên alîkariyê. Bi dehan park û mizgeftên bûn cihê alîkarî komkirinê. Li Duhok û Hewlêr li gel bajarok û qezayên wê bû vê karesatê seferber bûn. Ev hemû alîkarî bi awayekî zelal ji kesên hewcedar re hatin şandin. Hîn jî tê rêkirin.

Di rewşek wiha de sipasnameya rêveberîya xweser a tenê bû Silêmanîyê pir balkêşbû. Daxuyaniya rêveberiya Rojava hem weke bêwefayî û hem jî weke nîyetekî nepak yên siyasî hate şîrovekirin.

Rexmê ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gel ji bo mexdûrên erdhejê xebatekî pir şayesteyî li dar xistin, Hevseroka KCK ê Besê Hozat beriya niha daxuyaniyek dabû û gotibû, “PDK alîkariyê asteng dike.”

Pustên heman beş