Li Tirkiyê ewlehiya sindoqan rojeva partiyên siyasî ye

Li Tirkiyê ewlehiya sindoqan rojeva partiyên siyasî ye

 Di hilbijartinên 14ê Gulanê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de bi dehan milyon dengdêr dê biçin ser sindoqan. Hikûmet û deshilata vî welatî dibêje wan bergiriyên pêwîst bo ewlehiya hilbijartin û sindoqê wergirtine. Lê muxalefet dilgiran e ku di dema hilbijartinan de û piştî hilbijartinan kiryarên neyaseyî pêk bên.

Li Tirkiyê berev bi nêzîkbûna hilbijartinên 14ê Gulanê di rojeva partiyên siyasî de li gel diyarkirina namzedên parlementeriyê yek jî mijara din ya sereke ewlehiya hilbijartin û sindogan e. Heta di civîna dawî ya Lijneya Ewlehiya Netewî de jî hate ragihandin ji bo ku hilbijartin di nava aramî û baweriyê de bên kirin bergiriyên hatine wergirtin dê bên zêdekirin.

Ji aliyê hikûmeta vî welatî ve jî hate ragihandin  ku ji bo hilbijartinan 602 hezar hêzên asayîşê hatine erkdarkirin. Li gel vê yekê rayedarên Tifaqa Milet ya ku ji 6 partiyên muxalefetê pêk tên diyar dikin ku wan di sê qonaxan de bergirî wergirtine û zêdetir bala xwe didin ser piştî bidawîbûna dengdayînê.

Pustên heman beş