Amerîkayê derbarê petrola Kurdistanê de daxwazek ji Iraq û Tirkiyê kir

Amerîkayê derbarê petrola Kurdistanê de daxwazek ji Iraq û Tirkiyê kir

Amerîkayê derbarê neft û petrola Herêma Kurdistanê de daxwazek ji Iraq û Tirkiyê kir.

Li gor zanyariyên berdest ku berpirsekî Wezareta Derve ya Amerîkayê ragehandiye, Amerîkayê daxwaz ji hikûmeta Iraq û Tirkiyê kiriye, dest bi henardekirin û şandina neftê bi rêya boriya nefta Herêma Kurdistanê ve bo bendera Ceyhan a Tirkiyê bikin, ji ber ragirtina şandina neftê di dabîn kirina wuzeya cîhanê de ne di berjewendiya ti aliyekî de ye.

Herwaha heman berpirsî diyar kiriye ku lijneyekî bilind a hemahengiyê di navbera Amerîka û Iraqê de li Washingtonê heye, berpirsên Amerîkayê di nav wê lijneyê de berdewam daxwaz ji berpirsên herdu hikûmetên Iraq û hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, pirsgirêkên pêwendîdar bi neft û budceyê di çarçoveya destûrê de çareser bikin.

Berî naha Amerîkayê bi fermî ragehandibû, Herêma Kurdistanê hevpeymanê wan ê stratejîk e û di vê çarçoveyê de jî pêwendiyên wan ên li gel Herêma Kurdistanê bihêz in.

Pustên heman beş