Berfê rêya 163 tax û gundan li wan û Bidlîsê girt

Berfê rêya 163 tax û gundan li wan û Bidlîsê girt

Li wan û Bidlîsê ji ber barîna berfeke zêde rêya 163 gund, gom û taxan hat girtin.

Şaredariya bajarê mezina wanê di daxuyaniyekî de ragihand ku li bajêr ji duh ve berf dibare û ev jî di qada çûn û hatnê da bûye sedema kêşeyên hatin û çûna wesayîtan.

Her weha hat ragihandin ku ji ber berf û pûkê rêya 83 tax û goman hatye girtin û tîmên rêvekirinê ji boy paqijkirina rê ji berfê li ser karin.

Rêya di navbera wan-baxçeserayê da jî ji berf û metrisîya aşîtê hat girtin û li Hekariyê jî tîmên rêvekirinê li ser karin û rêyên ku berfê lê kiriye paqij dikin.

Her weha hat ragihandin, li Bidlîsê jî ji ber berfê rêya 80 gundan hat girtin.

Pustên heman beş