Hewlêr û Bexda li ser hinardekirina petrolê ji rêkeftinê nêzîk bûne

kurdistan-petrol-iraq-erbil-baghdad

Jêderekî agehdar ji K24ê re eşkere kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal li ser hinardekirina petrolê ji hev nêzîk bûne.

Li gor heman jêderî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal danûstandinan dikin û nêzîkî qonaxên dawî yên rêkeftina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bûne.

Her wiha eşkere kir, ji bo çareserkirina kêşeyan, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî zû bi Serokwezîrê Iraqê û gelek aliyên navdewletî re kete nava danûstandinan û razî nebû dest ji mafên destûrî yên gelê Herêma Kurdistanê berde.

Di vê derbarê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyamekê de ji bo kesên ku hewl didin bêhêvîbûnê belav bikin û pêgeha Herêmê têk bibin, gotibû: “Yên ku îro ligel me nasekinin, bila sibe xwe nekin xwediyê destkeftên me û sûdê ji serkeftinên me wernegirin”.

Her wiha wî jêderî got: Hewlêr, Bexda û civaka navdewletî ragehandine ku rawestandina hinardekirina petrolê ne di berjewendiya ti kesî de ye û bandoreke nerênî li ser dahata giştî ya Iraqê û bazara cîhanî ya petrolê dike.

Piştî biryara Dadgeha Hakim a Franseyê, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê di 25ê Adara 2023an de bo bendera Ceyhanê hat rawestandin. Li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, roja din şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina vê mijarê û gihîştina rêkeftinê serdana Bexdayê kir û heta niha guftûgo berdewam in.

Pustên heman beş