Demîrtaş got “Tirkiye bihuşt e”, Kurdan acizbûna xwe diyar kir

Selahattin_Demirtaş-info

Selahattîn Demîrtaş hevserokê berê yê HDPê, tevî ku di girtîgehê da ye jî, hesabê xwe yê Twitter ê berdewam di şuxilîne. Lê piranî tiwîtên wî dibe sedema bertekên Kurdan.

Duh êvarî ev tweeta wî :

“Bi rastî em li welatekî wek bihuştê dijîn. Werin em destên xwe bidin hev ku ji vê hêza ku ji bo xatirê kursiyên xwe be berahev didin, ji aştî û biratiyê ditirse û welat kiriye dojeh rizgar bibin. Tirkiye ya me hemûyan e, Komara ya me hemûyan e, siberoja geş û xweş a me hemûyan e.” bu cihê bertek û nerazîbûna Kurdan.

Demîrtaş di gotinên xwe yên vê dema dawiyê de, weke PKKê û HDP ê bi ti awayî giringiyê nade nasnameya Kurdî. Demîrtaş, ku her tim hewl dide li hemberî Tirkan xwînşirîn xuya bike, duh êvarê li ser tweeta xwe rastî bertekeke mezin hat. Di nava çend saetan de Kurdan bersiva Demîrtaş bi tûndî da.

Kurdan gotina Mustafa Kemal a “Çi bextewar e yê ku dibêje ez Tirk im” bi bîr xist û gotin wê Demîrtaş jî demekî nezêde de bibêje “çi bextewer e yê ku dibêje ez Tirk im”.

Hinek hesaban got, “Dema ku hewl dida Erdogan biçe, ew bixwe ketî bû”

Demîrtaş kesayetiyekî cêwaz bû ku ji bilî Kurdên layengirên PKKê ji aliyê Kurdên din ve jî dihat hezkirin. Lê belê bi demê re, helwestên wî yên magazînî û bi taybetî jî pesindayîn û dilsozîya  wî ya li ser Tirkiyeyê, mîna ku pirsgirêka Kurd û Kurdistanê tune be tevgerîn bû cihê berteka Kurdan.

Demîrtaş di meha Çileyê de jî malpereke Web a şexsî vekiri bû. Di malperê de zimanên wekî Almanî, Tirkî, Îngilîzî û Frensî hebûn. Lê zimanê Kurdî tê de tune bû. Li ser berteka mezin a Kurdan mecbur ma ku zimanê Kurdî jî li malperê Web zêde bikira.

Kurdên Bakur bertekdarin

Di pêvajoya hilbijartinan de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ti cewekî hêviyê ji bo Kurdan nîne. Siyaseta PKKê û HDPê ji raya Kurdî ve nayê pejirandin. Piştgiriya ji bo Kiliçdaroglu bêyî ku tu daxwazîyên sîyasî ​​bike, di beyannameya hilbijartinê nebûna nedaxwazîyên ziman û mafên Kurdan û her wiha berbijêrên Ergenekonî ên Kemalîstên wek Hasan Cemal û hinekên din weke wî, di lîsteya HDPê de hatin tercîh kirin. HDPe dê di bin navê “Partiya Çep a Kesk” YSP bikeve hilbijartina û berbijêr jî bahra bêtir ji çepê Tirk yê Kemalîst hatine nişandan. Vê helwesta HDPê di nava Kurdan de bû sedema bertekên dijwar.

Pustên heman beş