Li Kobanê zarokekî 8 salî di bîrekê de canê xwe ji dest da

koban-salih

Li Kobanê zarokekî 8 salî kete nava bîrekê û piştî 11 demjimêran ji kedên rizgarkirin û derxistinê, canê xwe ji dest da û termê wî hate derxistin.

Li gundê Dîheban ê ser bi Kobanê ve, duhî demjimêr 13:00 zarokê 8 salî yê bi navê Salih kete bîrekê û di kûrahiya 40-50 metroyî de asê bû. Ji ber nebûna alav û amûrên pêşketî, gundiyan jî bi karînên destpêkî hewla rizgarkirin û derxistina wî dan.

Li gorî jêderên xwecihî, ji ber kêmbûna oksicînê û şert û mercên dijwarê ên rizgarkirin, wî zarokî piştî 11 demjimêran canê xwe ji dest da. Tîmên rizgarkirinê jî termê wî derxistin

Li gorî jêderan, bîr 120 metroyan kûr e, zarok jî di kûrahiya 40 heta 50 metroyan de asê maye.

Pustên heman beş