PKKê nasnameya 5 çekdarên xwe aşkere kir ku 6 salan berê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û ji nû îro mirina wan ragihandî ye.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê roja şemî 1/4/2023 nasnameya 5 ciwanên Kurd aşkere kir ku li sala 2017ê li Başûrê Kurdistanê bi destê artêşa dewleta Tirk ya dagîrker dane kuştin û paş derbasbûna 6 salan ji nû ve mirna wan îfşa kir.
Navên wan wusaye:
Dogûkan Bozdemîr ji Wanê.
Ezîz Tatli ji Xetayê.
Îlhan Akdogan ji Colemêrgê.
Recep Esîn ji Wanê.
Mehmet Emîn Dakman ji Amed.
PKKê ev 5 ciwanên Kurd weke bi hezaran rêhevalên wan dane kuştin û mirina wan bi salane li malbatên wan veşartî ye.
PKKe her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan belav dike yên ku di salên berê de feda kirîn û paş derbasbûna demek dirêj ji nû ve mirina wan îlan dike, tê texmîn kirin bi hezaran ciwanên Kurd mabin ku hêjan PKKê nasnameya wan îfşa nekirbe.