Kesê ku cehşan heqaret pê kirî kîye?

Kesê ku cehşan heqaret pê kirî kîye?

Nêzî 5 rojane mijara girtina kesekî ji aliyê komek cehşên Tirkiyê ve li deşta Hezexê di sosyal medyayê de cî girtiye û bûye mijara herî germ di nava kurdan de, vê vîdyoyê dilê her kurdekî êşand, ji ber ku ji aliyê wan cehşan ve heqareteke herî mezin bi wî kesî tê kirin, hemûyan cehş ji ber vî karê dûr ji exlaq rexnekirin, piştre diyar bû ev kes gerîlayekî PKK’ê ye, lê belê, ti kesî PKK’e rexne nekir û nego, çima gerîlayekî PKK’ê bi vî awa bi tena serê xwe, bêy çek û bêy nan û hwd li wir digere, çi qewimî ku PKK’ê ev gerîlayê xwe bi vî awa bê nirx kiriye û li jîn û jiyara wî ya li çiya napirse, ev pirse û bi dehan pirsên din hebûn ku pêdvî bû her kes ji PKK’ê bipirse û rexne bke, lê ti kesî PKK’e rexne nekir.

Kesê hatiye girtin kîye?

Kesê ku di vîdyoyê de xuya dibe, navê wî “Selim Adiyaman”e ku di nava PKK’ê de bi “Harun Elbek” tê naskirin, ew yek ji şervanên HPG’ê ye, piştî ku ew bi tena serê xwe li çiya dimîne, ji neçarî dadikeve deşta Hezexê û li gundê Zerguz “Yavşan” ji aliyê cehşan ve tê girtin, yekem car cehş wusa difikirin ew ji bûy ku dizîyan bike nêzî wan bûye, lê belê piştre xweya dibe ew çekdarekî PKK’ê ye, cehş piştî heqaretek mezin li wî dikin, piştre radestî cendermeyên Tirkiyê dikin.

Di vê derbarê de, wezareta navxweya Tirkiyê ragihand ku di operasyona Şirnexê de gerîlayê PKK’ê Selim Adiyaman bi nasnavê “Harun Elbak” hatiye girtin. Li aliyê din HPG’ê ragihand ku Selim Adyaman ji aliyê komekê ve hatiye girtin û hatiye radestkirin.

Wezareta karên navxweyîya Tirkiyê di 27 Adarê de di daxuyaniyekê de ragihandibû ku di operasyona li herêma Zergûza navçeya Hezexa Şirnexê de gerîlayekî PKK’ê bi saxî hatiye girtin.

Piştî 4 rojan ji nû PKK’ê daxuyanî da

Baskê leşkerîyê PKK’ê, HPG piştî bûrîna 4 rojan her wek ev kes ne çekdarê wan be, her wek jiyana wî ti giringiyek nebe, ji nû ve di derbarê mijarê de daxuyaniyek parve kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Selim Adiyaman dema ku bi tena serê xwe maye neçar maye dakeve deştê û “Bêy çek û di rewşeke zehmet de bûye.”

Di daxuyaniya HPG de ti tiştekî nû nebû, bi tenê dîmenên heqaretkirina li wî çekdarê PKK’ê ku cehşan bi xwe parvekiribû hat behiskirin, di demekî de ku pêdvî bû HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev yek eşkere kiriba ka sedem çîye ev çekdarê wan bi tena serê xwe li çîya maye û çi b serê hevalên wî hatiye?

Çima ev gerîla dadikeve deşta Hezexê?

Çavkaniyên herêmî wusa didin eşkerekirin, Selim Adyaman xwastiye ji PKK’ê veqete loma ji yekîneya xwe ya taybet dûr dikeve û xwe li cîyekî vedişêre, piştî bi dawîbûna xwarna bi wî re ew neçar dimîne dakeve gundekî deşta Hezexê û li wir li xwarnê bigere, dema PKK’e bi vê yekê dizane wî êxbar dike û bi destê cehşan dide girtin.

Çavdêrên siyasî di vê derbarê de çi dibêjin?

Hin ji çavdêrên siyasî di vê bawerê de ne ku ev bi tenê sînaryoyeke gemar e ku PKK’ê dirust kiriye ji boy ku ji aliyekî gerîlayan ji veqetîna ji refên xwe pûşman bike, wan bitirsîne û ji wan re wusa bide xuyakirin ku ev aqubeta her gerîlayekî ye ku ji PKK’ê veqete, yan wê were kuştin, yan jî wê bi destê cehşan were girtin û heqaret pê kirin, ji aliyekî din jî hestên xelkê bo xwe rakêşe.

Pustên heman beş