Îranê di mehekê de 18 kes darve kirine

iran-execution-2023-kurd-2

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, di raporekê de binpêkirinên dijî mafên mirovan ên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê yên di meha Adarê de ragihandin.

Li gorî raporê, di meha Adarê de 18 kes li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine bidarvekirin. Ew kes li bajarên Urmiye, Seqiz, Kirmaşan, Xuremava, Hemedan û Erakê hatine îdamkirin.

Ji wan kesan 11 kes li Girtîgeha Navendî ya Urmiyê hatine bidarvekirin, ku yek ji wan girtiyê siyasî yê Kurd Mihyedîn Îbrahîmî,  kolberê ku bi îdiaya “çek li dijî dewletê hilgirtiye” ye.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê herwiha dibêje, meha bihorî, dadgehên Îranê herî kêm 5 kes bi îdamê mehkûm kirin û li 7 kesên din jî ji 8 mehan heta 10 salan cezayê girtîgehê birî.

Pustên heman beş