6 bajarên din jî wek deverên karesatê hatin ragihandin

6 bajarên din jî wek deverên karesatê hatin ragihandin

Şeş bajarên din ên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ji ber zirar û ziyanên erdhejên 6ê Sibatê, wek deverên karesatê hatin ragihandin.

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) roja Duşemê 3ê Nîsana 2023an bi daxuyaniyekê ragihand ku bajarên Mêrdîn, Êlih, Çewlig, Dêrsim, Nîgde û Qeyserî ji ber zirarên ku di erdhejên 6ê Sibatê de gihiştiye wan wek deverên karesatê hatine ragihandin.

AFADê diyar kir: “Piştî erhejên 6ê Sibata 2023an, li ser wan wêrankarî û canjidestanan, 11 parêzgehên me û navçeya Gurun a Sêwazê weke Deverên Karesata Bibandor a li ser Jiyana Giştî hatin qebûlkirin.”

Herwiha eşkere kir: “Wan erdhejan ji bilî 11 bajaran, bandor li hinek bajarên me yên din jî kiriye û di encama kar û xebatên destnîşankirina ziraran de, hatiye detnîşankirin li hinek  avahiyên li cihên niştecihbûnê yên li  parêzgehên, Çewlig, Kayserî, Mêrdîn, Dêrsim, Nîgde û Êlihê jî zererên giran, navendî yan jî kêm hene. Ji ber vê yekê ew avahiyên li cihên niştecihbûnê yên li parêzgehên navborî jî wek  Deverên Karesata Bibandor a li ser Jiyana Giştî hatin qebûlkirin.”

Pustên heman beş