ENKSê derbarê zordariyên ku li Êzidiyên Efrînê tên kirin de daxuyaniyek belav kir

ENKS-efrin-ezidi

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) daxuyaniyek derbarê zordariyên ku li Êzidiyên herêma Efrînê tên kirin de belav kir û bang li rêxistin û saziyên navdewletî yên pêwendîdar kir ku rêgiriyê li van zordariyan bigirin.

Roja 1ê Nîsanê girtevîdyoyek belav bû, tê de melayekî Ereb diaxive û dibêje ku 2 Kurdên Êzidî dest ji ola xwe berdane û derbasî nava ola Îslamê bûne.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê li ser vê yekê di daxuyaniyekê de ragihand, di pêşhateke metirsîdar de, binpêkirinên ku li hember xelkê Efrînê ji aliyê komên çekdar ve tên kirin, derbasî asteke din bûye ku bêyî hebûna rêgiriyek yasayî û exlaqî, zor li ol û baweriya xelkê tê kirin.

ENKS dibêje, ji roja 1ê Nîsanê û vir ve nûçeya du Kurdên Êzidî yên li herêma Efrînê tên belavkirin ku ew ola xwe diguhêrin û derbasî nava ola Îslamê dibin. Di vê atmosfera ku her kes pê dizane de, ev yek zorek li Êzidiyan e, ne tiştekî din e.

Di daxuyaniyê de tê gotin, ENKS hemû şêweyên binpêkirinan û di heman demê de êrîşa li ser bawerî û olên xelkê û azadiya wan bi tundî şermezar dike. Êzidî ji gelê Kurd in, divê rêz li wan were girtin û parastin û her êrîşek li ser wan, binpêkirina ola Îslamê ye jî.

ENKS her wiha bang li rêxistinên navdewletî û mirovî û saziyên navdewletî yên pêwendîdar dike ku pêşî li vê reftarên ku li dijî hemû nirx û prensîpên mafên mirovan e, bigirin.

Pustên heman beş