Rawestandina geştên esmanî yên Tirkiyê bo Silêmaniyê ji ber pêwendiyên YNK û PKKê ye

pkk-ynk-slemani-airport-info

Middle East Eye ragihand, Tirkiyê geştên xwe yên firokexaneya navdewletî ya Silêmaniyê ji bo şermezarkirina pêwendiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) rawestand.

Malpera Middle East Eye roja Sêşemê 4\4\2023 li ser zarê çend jêderan belav kir ku di navbera Iraq û Sûriyê de “pireke asmanî” heye ku tê îdiakirin ku çekdarên PKKê li ser daxwaza Bafel Talebanî, hevserokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê tên veguhestin, her wiha eşkere kiir ku ev rê piştî ketina du helîkopterên meha borî li navçeya Çemankê ya parêzgeha Duhokê hatiye eşkerekirin.

Mustafa Janer, lêkolînerê Enstîtuya Rojhilata Navîn a Zanîngeha Sakarya, ji Middle East Eye re got ku delîl hene ku PKKe Silêmaniyê wek bingeheke lojîstîkî ji bo hêzên xwe bi kar tîne.

Malperê li ser zarê du çavkaniyan belav kiriye ku sedema rastî ya rawestandina geştên esmanî yên Tirkiyê bo firokxaneya Silêmaniyê bi berdewamiya piştevaniya YNKê bo PKKê ye.

Rêvebirê Ragihandin û Ragihandinê yê Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê, roja 03.04.2023ê, Dana Mihemed ji Kurdistan24ê re ragihand, îro bi wan re hatiye ragihandin, ku hemû geştên asmanî yên di navbera firokexaneya Silêmaniyê û Tirkiyê de, ji aliyê Tirkiyê ve bêyî ku ti ravekirinekê bidin, hatine betalkirin.

Tirkiyê di navbera salên 2017-2019an de çend caran seferên balafirgeha Silêmaniyê ji bo heman sedemê rawestandiye.

Pustên heman beş