Komeleya Mafên Mirovan: Hêzên ewlehiyê mafê jiyanê binpê kirine

Komeleya Mafên Mirovan: Hêzên ewlehiyê mafê jiyanê binpê kirine

Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Diyarbekir li ser kuştina Mikaîl Ekîncî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve, amaje kir ku pêkan bû bêyî ku çek werin bikaranîn Mikaîl were girtin û mafê jiyanê hatiye binpêkirin.

Di 1ê Nîsanê de li gundê bi navê Gulbaxça ya ser Pîran a Diyarbekir ve de welatiyê bi navê Mîkaîl Ekînciyê ku derbarê wî de biryara girtinê hatibû dayîn ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hat kuştin.

Hêzên ewlekariyê amaje kirin ku derbarê Mîkaîl Ekîncî de biryara girtinê hatibû dayîn û bang li Mîkaî Ekîncî hat kirin ku bisekine û xwe radest bike lê Mîkaîl Ekîncî nesekinî û reviya û hêzên ewlekariyê jî ji bo wî bisekinîne çek bi kar anî.

Komeleya Mafên Mirovan a Diyarbekir jî derbarê bûyerê de li gund lêkolîn kir û Serokê Komeleya Mafên Mirovan ê Şaxa Diyarbekir Abdullah Zeytun da zanîn ku li gorî lêkolînên wan hêzên ewlekariyê bi drone û helikopter û gelek wesaîtên serbazî û bi hijmareke zêde leşkeran çûne cihê bûyerê û li gorî şert û mercan û axaftina şahidhalan pêkan bu ku bêyî ku çek were bikaranîn Mikaîl bihata girtin; lê bi awayekî keyfî gav hatiye avêtin û mafê jiyanê hatiye binpêkirin û her wiha welatiyên gund jî rastî gefxwarin, êşkence, kiriyarên xirap hatine, dîmenên kamerayê hatine jêbirin û telefonên dîmen kêşane jî hatine şikandin.

Hêzê ewlekariyê yê bûbû sedema kuştina Mîkaîl Ekîncî di îfadeya xwe de gotibû “armanca wî ne kuştin bû û bi kelecana dema bûyerê wî gulle berdaye ji ber ku dema Mîkaîl direviya ber bi wan ve jî gulle berdida”.

Lê li gorî raporta cihê bûyerê qalikê gulleyan ên ku tê gotin ji aliyê Mikaîl ve hatine berdan nehatin dîtin.

Pustên heman beş