Geştên asmanî yên Almanyayê bo Silêmaniyê hatin rawestin

Geştên asmanî yên Almanyayê bo Silêmaniyê hatin rawestin

Berpirsê Beşa Nivîsgeh û Kompanyayên Geştiyarî ya Silêmaniyê Eta Enwer ji K24ê re ragihand, geştên asmanî yên Almanya bo Silêmaniyê hatine rawestandin.

Berpirsê Beşa Nivîsgeh û Kompanyayên Geştiyarî ya Silêmaniyê Eta Enwer aşkere kir ku sedema wê ew e ku Tirkiye rê nade firokeyên Almanî li asmanê Silêmaniyê bifirin.

Eta Enwer got jî, 2 hêlên asmanî ji Almanya bo Silêmaniyê hene, yek ji wan Condor e ku ji Dusseldorfê tê, ew jî hatiye rawestandin.

Her wiha da zanîn, hêla ya din jî Iraq Airways e ji Frankfurtê tê. Niha ku Condor rawestiyaye, ew pêşbînî dikin ku ew jî raweste.

Tevî ku Kurdistan24 hewl da ku agahî û daxuyaniyan ji berpirsên Firokexaneya Silêmaniyê werbigire, lê heta niha ti bersivê nehatiye dayîn.

Pustên heman beş