PKK’ê piraniya rêyên ber bi şikeftên wan ve diçin bombe kirine, yek ji bombeyan teqîya

PKK’ê piraniya rêyên ber bi şikeftên wan ve diçin bombe kirine, yek ji bombeyan teqîya

Çekdarên PKK’ê li sînorê bajarokê Sîdekan piraniya wan rêyan ku ber bi tunêl û şikeftên wan ve diçin bombe kirine.

Çavkaniyên taybet yên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, çekdarên PKK’ê piraniya wan rêyan ku ber bi tunêl û şikeftên PKK’ê ve diçin li sînorê bajarokê Sîdekan bombekirine.

Çavkaniyên me her weha eşkere kirin, li rêya sereke ya di nêvbera her du gundên Dêrê û Bollê yên ser bi bajarokê Sîdekanê çekdarên PKK’ê bombeyeke mezin danîbû ku metirsî li ser jiyana welatiyan çêkiribû, lê belê, li roja 23/2/2023an tîmeke pispor ya hilgirtina bombeyan ya ser bi saziya mayînan û asayîşa Sîdekanê rabûn bi rakirina vê bombeyê.

Ev di demekî de ye ku îro roja pêncişemî, li nahiya Sîdekanê ya ser bi rêveberiya serbixweya Soranê ve, bombeya ku ji aliyê PKK’ê ve hatibû bicîkirin bi otomobîleke gundiyan da teqîya. Welatiyên gund ji bo komkirina giyayan çûne wê herêmê, di teqîna bombeyê da çi zirarên canî nebûn.

Berî niha jî çekdarên PKK’ê li ser rêyên serekeyên Sîdekan û deverên din bombe bi cih kirbûn û di encamê da zirar gihîştibû hêzên pêşmerge, gundî û geştiyaran.

Pustên heman beş