The Wall Street Journal: Êrîşa ser Firokexaneya Silêmaniyê ji bo armanckirina Mazlûm Ebdî bûye

The Wall Street Journal: Êrîşa ser Firokexaneya Silêmaniyê ji bo armanckirina Mazlûm Ebdî bûye

Rojnameyeke Amerîkî ragihand, êrîşa dronî ya li ser Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê ji bo armanckirina Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî bûye.

Rojnameya The Wall Street Journal belav kiriye: “Êrîşa dronan a li bakurê Iraqê ji bo armanckirina Fermandarê Giştî yê HSDê bûye.”

Di raportê de derbarê êrîşa li nêzîkî Firokexaneya Silêmaniyê de, The Wall Street Journal li ser zarê hejmare berpirsên Amerîkî, diyar kiriye: “Ew êrîş li dijî Mazlûm Ebdî bû ku hevpeymanê Amerîkayê ye di şerê rûbirûbûna DAIŞê de,  lê belê êrîşê ti ziyan bi xwe re neanî.”

Rojname behsa wê yekê dike ku “di dema êrîşê de sê serbazên Amerîkî ligel Mazlûm Ebdî bûn”.

Duh Înê 7ê Nîsana 2023an, teqînek li nêzîkî Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê rûda û ji ber teqînê agir li derdora firokexaneyê ket. Piştre hat ragihandin ku bûyer êrîşa dronî bûye.

Pustên heman beş