Çeteyên Tirkiyê du welatiyên Kurd li Efrînê revandin

Efrin-kurd-4-raco

Çeteyên Tirkinyê, 2 welatiyên Kurd ji Efrînê revandin, ew bi tuhmeta beşdarîkirinê di xwepêşandanên li dijî şehîdkirina 4 welatiyên Kurd di şeva Newrozê de, hatine revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, çekdarên grûpa “Polîsa Leşkerî” duhî 8ê Nîsanê xortekî bi navê Bedirxan Bedredîn li ser rêbenda bajarokê Raco revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.

Li gorî zanyariyên Rêxistina Mafên Mirovan, Bedirxan Bedredîn bi tometa ku beşdarî di xwepêşandanên li dijî şehîdkirina 4 welatiyên Kurd di şeva Newrozê de kiriye, hatiye revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan ragihand jî, çekdarên grûpa “Hemzat” ji roja 25ê Adara borî ve xortê bi navê Îbrahîm Cemla Mistefa ji gundê Coqê revandiye û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Rêxistina Mafên Mirovan di raporta xwe de ragihand jî, çekdarên grûpa Hemzat di du rojên borî de, 26 darên zeytûnan li gundê Kefer Zîtê birîn, ta ku wek êzing bifiroşin.

Pustên heman beş