Al- Monîtor: Dije terora YNKê cihê Mazlûm Ebdî ji Tirkiyê re eşkere kirbû

Al- Monîtor Dije terora YNK-Mazloum-Abdi-Silemani-US-Turkey-info

Pêgehekî Amerîkî ew aliye eşkere kir ku cIhê fermandarê Hêzên Sûryeya Demokratîk HSDê baskê serbazî yê “PKKê” li Rojavayê Kurdistanê Mazlûm Ebdî, bi Tirkiyê daye.

Li gorî raporteke pêgeha “Al- Monîtor ê”, berpirsên Dije Terorê yên Yekîtiya Niştimanya Kurdistanê “YNKê” derbarê cihê Mazlûm Ebdî de, agahî da ne Tirkiyê.

Her wiha eşkere kir ku ew jêderên ku ev agahî dane, pêywendiyên wan  yên baş bi dezgehên îstixbaratê re hene û wan dîtine ku ew kesên di nava Dije Terora YNKê de agahî dane Tirkiyê, ji wan kesane ku ji rêbazên tund yên Bafil Talebanî nerazîne.

Li gorî heman raporê, Tirkiye ji wê yekê dilgirane ku Bafil Talebanî xwe wek dostê PKKê û komên girêdayî wê nîşan dide.

Fermandarîya navendî ya Amerîkî derengiya îniyê got ku sê karibdestên leşkerî yên Amerîkî jî di karwanê otomobîlên Mazlûm Ebdî de bûn.

Pentagonê got ku êrîşan “rasterast ewlekariya personelên Amerîkî tehdîd kir, ku ji bo têkbirina DAIŞê dixebtin, lê diyar nekir ku kî berpirsyare. Kobanê diçû balafirgehê da ku li balafireke artêşa Amerîkayê siwar bibe û wî vegerîne Bakurê Rojihlatê Sûriyê”.

Kobanê got ku ew ji bo karên rûtînî yên Hevpeymanya Navdewletî ya bi pêşengiya Amerîka, hatbû Silêmanyê.

Pustên heman beş