Şandeke Parlamentoya Iraqê ji bo lêkolînkirina êrîşa li ser firokxaneyê diçe Silêmaniyê

Iraq-Sulaymani-Mazloum-abdi-turkey

Biryar e îro şandeke pilebilind a Parlamentoya Iraqê ji bo lêkolînkirina êrîşa ser Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê, bigihe wî bajarî.

Li gorî zanyariyan, ev şande bi serokatiya Serokê Komîteya Asayîş û Berevaniyê û Serokê Fraksiyona Fetih Abbas Zamlî dibe dê lêkolînê li ser êrişa Firokxaneya Silêmaniyê bike.

Ev di demekê de ye, Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Arecî roja 8ê Nîsana 2023an bi serokatiya şandeke bilind a ewlehiyê gihîştibû Silêmaniyê.

Tevî ku Tirkiyê bi fermî berpirsyariya wê êrîşê negirtiye ser xwe, lê saziyên Iraqî Tirkiye bi vê êrîşê tawanbar dikin.

Roja Înê 7ê Nîsana 2023an teqînek li nêzîkî Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê rû da û di encamê de agir bi derdora firokexaneyê ket. Piştî bûyerê hat ragihandin ku êrîş bi riya dronê hatiye kirin. Piştî bûyerê jî eşkerekirin ku êrîş li dijî Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî hatiye kirin û ew ji hewleke kuştinê rizgar bûye.

Di destpêkê de HSDê red kir ku Mazlûm Ebdî di dema êrîşê de li Silêmaniyê bû, lê piştre got wan zanyariyên nerast belav kirine da ku wî biparêzin, piştre jî tekez kir ku ew di dema êrişê de li Firokexaneya Silêmaniyê bû.

Pustên heman beş