Çeteyên Tirkiyê malên 2 welatiyên gundekî Efrînê talan kirin

Feyleq el-Şam -efrin

Çekdarên grûpa Feyleq el-Şam a girêdayî Tirkiyê ketine malên 2 welatiyên Kurd li gundê Xezêwiyê yê herêma Efrînê û talan kirine.

Rêxistina Mafên Mirov li Efrînê ragihandiye ku çend çekdarên grûpa Feyleq el-Şam li gundê Xezêwiyê yê herêma Efrînê bi hinceta lêgerînê ketine mala welatiyê bi navê Omer Nezmî Cimo û dizî li malê kirine.

Li gor zanyariyên ku wê rêxistinê belav kirine, çekdaran li mala Omer Nezmî Cimo 3000 lîreyên Tirkî, 7 teneke zeyt û 2 telefonên destî dizîne.

Rêxistina navborî herwiha daye zanîn ku çekdaran gefa kuştinê li wî welatiyê Kurd xwarine eger giliyê wan bike.

Li gor heman çavkaniyê, çekdarên Feyleq el-Şam herwiha avêtine ser mala welatî Elî Rifet li Xezêwiyê û 600 Lîreyên Tirkî, telefoneke destî û çekek jê dizîne.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji Adara 2018an ve di bin kontrola Tirkiyê û komên çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê de ye.

Ji wê demê de bi sedan binpêkarî ji aliyê komên çekdar ve di derheqê xelkê resen ê herêmê ku Kurd in, hatine kirin û tevî ku sazî û rêxistinên mafên mirovan ên cîhanî û herêmî çendîn raport derbarê wan binpêkariyan de belav kirine, rê li ber wan binpêkariyên li Efrînê nehatiye girtin.

Pustên heman beş