Şaredariya Amedê dê ji bo Cejna Zimanê Kurdî çalakiyan li dar bixe

Amed-Net

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bernameyeke berfireh eşkere kir.

Di çarçoveya bernameyê de dê gelek çalakî bên kirin û ev çalakî dê 10, 15 û 17ê Gulanê werin lidarxistin.

Daîreya Çand û Karên Civakî ya Şaredariyê ji bo Cejna Zimanê Kurdî amadehiyên xwe temam kirin.

Di vê çarçoveyê de dê çalakiyên curbicur ên wekî bez, şano û şahiya zarokan werin lidarxistin.

Çalakiya yekem a bernameyê dê 10ê Gulanê bê lidarxistin.

Ev roj di heman demê de Roja Dayîkan e.

Bi vê boneyê dê beza bi navê “Em ji bo zimanê dayîkê dibezin” were organîzekirin.

Beşdarên çalakiyê dê saet 10:00an kom bibin.

Beza ziman dê saet 11:00an dest pê bike û di navbera Sumerpark û Meydana Deriyê Çiyê de bê kirin.

Armanca vê çalakiyê ew e ku beşdar balê bikişînin ser girîngiya zimanê Kurdî.

Di 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de jî dê çalakiya şanoyê hebe.

Lîstika bi navê “Moraşîn” saet 20:00an dê derkeve pêşberî temaşevanan.

Ev lîstik dê li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê were pêşandan.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di bernameyê de zarok û ciwan jî ji bîr nekirin.

“Şahiya Zarok û Ciwanan” dê 17ê Gulanê li Sumerparkê were lidarxistin.

Çalakî dê di navbera saet 11:00 û 17:00an de be.

Di vê şahiyê de dê xebatên atolyeyê, muzîk, rîtm, drama û lîstikên cuda werin pêşkêşkirin.