Revand û di 13 salîya wî de dan kuştin

pkk-hpg-zarok-kurdistan-turkey

Rêxistina PKKê, îro nasnameya 5 çekdarên xwe yek jê zarok eşkere kir ku 6 salan berê li Başûrê Kurdistanê dane kuştin û ji nû îro mirina wan ragihand.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê, îro roja duşemî 10\4\2023 nasnameya komeke din ya çekdarên xwe eşkere kir ku li sala 2017 ê li Başûrê Kurdistanê, di berxwedana saxte de bi destê artêşa dewleta iirk dane kuştin û paş derbasbûna 6 salan ji nû îro hatiye mirin wan ragihandiye.

Yek ji wan çekdarên îro PKKê nasnameya wan îfşa kirî, bi navê Îbrahîm Avcî ye ku hêjan di temena zaroktîya xwe de ye û herî zêde dibe temena wî 13 sal be, ew ji Şirnexa Bakurê Kurdistanê ye, PKKê ew xapand û kêşî çiya kir û berê wî dan mirinê, îro jî hatye di pesnê wî de dibêje ew Apoyî bû û layqî Apo derket!.

HPGê tam agahî derbarê van çekdarên xwe parvekirne û ti amaje bi temena wan nekiriye ji bo ku tewana revandina zarokên Kurdan li ser rêxistinê tesbît nebe.

Pustên heman beş