Hevseroka HDP: Em ê parêznameya xwe li meydanên hilbijartinê rabigihînin

Hevseroka HDP: Em ê parêznameya xwe li meydanên hilbijartinê rabigihînin

Hevseroka HDPê li ser doza girtina partiya xwe tekez dike, ew naçin Dadgeha Destûrê û parêznameya xwe pêşkêş nakin.

Li ser daxwza Dadgeha Destûrê, biryar bû HDP îro biçe dadgehê û parêznameya xwe pêşkêş bike. Lê Hesveroka HDPê Perwîn Buldan tekez kir, ew naçin dadgehê û parêznameya doza girtina HDPê pêşkêş nakin.

Buldan îro li Enqerê di civîna danasîna namzedên jin parlamenteriyê yên Partiya Kesk a Çep de axivî û got, ew ê parêznameya xwe li meydanên hilbijartinê rabigihînin.

HDPê berî niha ji Dadgeha Destûrê xwestibû ku doza girtina wê piştî hilbijartinên 14ê Gulanê bi rê ve biçe lê Dadgeha Destûrê ev daxwaz red kiribû.

Partiya Çep a Keskan civînek li dar xist û namzetên jin ên parlamenteriyê dan naskirin. Hevberdevka Partiya Çep a Keskan Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û hemû namzetên jin ên Partiya Çep a Kesk beşdarî civîna li Enqereyê bûn.

Pustên heman beş